Kanala ROJAVA TV

FÎLMÊ “STRANÊN KEZIYA SOR” LI KOBANÊ HATE PÊŞANDAN

Fîlmê muzîkal ê bi navê “Stranên Keziya Sor”, li navenda çand û hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê, hat pêşandan.
Bi dehan xebatkarên çandê, rewşenbîr û welatiyên bajarê Kobanê tevlî çalakiya pêşandana fîlmê bûn .
Destpêkê axaftin li ser navê Tevgera Hîlala zêrîn hate kirin û hate gotin, fîlma muzîkal dîrok û çanda jinan vedibêje .
Piştî axaftinan beşdaran li fîlmê temaşe kirin û di dawiyê de diruşmeyên Jin jiyan azadî berz kirin .
Filma Mûzîkal ya Keziyên sor li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye amadekirin û behsa dîroka mirovahiyê û rola jinan ya di nava civakê de dike .