Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO 9’EMÎN FESTÎVALA WÊJE Û HUNERA JINÊ DEST PÊ KIR

Bi diruşma “jina şoreşger keziyên azadiyê dirêse” û di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de, îro li bajarê Qamişlo 9’emîn festîvala Wêje û Hunera Jinê dest pê kir.
Festîval bi amadebûna bi dehan jin û endamên Kongra Star, Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Tevgera Hîlala Zêrîn, endamên Tevgera Civaka Demokratîk li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar ket.

Festîval bi axaftinên ji aliyê komîteya amadekar û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve dest pê kir.

Paşê sînevizyoneke danasînê li ser festîvalê û çalakiyên ku dê di çarçoveya festîvalê de werin lidarxistin, hat pêşandan.

Her wiha di festîvalê de pêşengeheke cil û bergên gelêrî yên pêkhateyên herêmê, karên destan, berhemên plastîk û 27 tabloyên hunermendên jin hat pêşkêşkirin.

Festîvala Wêje û Hunera Jinê dê li ser 2 rojan dewam bike û tê de gelek cûreyên din yên huner û afrîneriyên jinan were pêşkêşkirin.