Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ ŞERÊ QIRKIRIN Û DAGIRKIRINÊ MEŞAND

Rojnemevan Egîd Roj ji Rojava TV re behsa kêliyên şer û berxwedana 58 rojan a li Efrînê kir.

Egîd Roj anî ziman ku, ew ê bi kamîre, dîmen û pênûsa xwe bibin dengê berxwedana gel û şervanan.

20’ê Çileya 2018’an Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û bi topan, êrîşeke berfereh li dijî bajarê Efrînê û gundewarên wê dest pê kir.

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, gel, zarok û şervanan 58 rojan di bin navê “Berxwedana serdemê” li ber xwe dan.

Rojnemevan Egîd Roj ku yek ji rojnemevanên Efrînî bû û kêliyên 58 şopand, ji Rojava TV re behsa şer û berxwedana gel kir.

Egîd destnîşan kir ku, gelê Rfrînê li hemberî balafirên şer şerê gelê şoreşgerî meşandin

Her wiha Egîd Roj got, ew ê bi kamîre, dîmen, wêne û pênûsa xwe bibin dengê gel û şervanan.

“Berxwedana Serdemê ” ku 58 rojan li hemberî teknolojiya herî pêşketî dewam kir, 6 sal in Efrînî li Şehbayê bi heman rihî û bi armanca vegera li warê xwe, qonaxa duyemîn a berxwedanê didomînin.