Kanala ROJAVA TV

AJOKAR Û ŞÊNIYÊN QAMIŞLO BEHSA SEDEMÊN ZÊDEBÛNA QEZAYAN DIKIN

Di van demên dawî de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê qezayên trafîkî heta radeyekê zêde bûne.

Derbarê sedemên zêdebûna qezayên trafîkê de Şênî û ajokarên bajarê Qamişlo axivîn û bang li ajokaran kirin ku ji bo rêgirtina li ber qezayan, pabendî biryarên trafîkê bibin.

Di van demên dawî de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê qezayên trafîkî heta radeyekê zêde bûne û çend kesan ji ber qezayan jiyana xwe ji dest dan.

Mijara vê heftiyê ya bernameya Dûr Bîn derbarê sedemên zêdebûna qezayan û nepabendiya bi rêkarên trafîkê de bû.

Ajokar û Şêniyên bajarê Qamişlo wiha behsa sedemên zêdebûna qezayan dikin.

Şêniyan di axaftinên xwe de bang li ajokaran kirin ku ji bo rêgirtina li ber qezayan pabendî biryarên trafîkê bibin.

3’ê çileyê di encama qezayek trafîkê de ya li ser di navbera bajarê Qamişlo û Hesekê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Rêveberiya Trafîkê jî bang li ajokaran kiribû ku ji ber têkçûna rewşa hewayê, bi baldarî tevbigerin.