Kanala ROJAVA TV

PIŞTGIRIYA JI PÊNGAVA AZADIYA RÊBER APO RE BERFIREHTIR DIBE

Derbarê pêngava ” ji rêber APO re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ” partiyên siyasî û pêkhateyên herêmê gotin, azadiya rêber Abdulah Ocelan çareseriya tevahî pirsgirêkên cîhanê ye.

Her wiha bang li dewletên navnetewî û rêxistinên mirovî kirin ku tecrîda li dijî rêber Apo bi dawî bikin.

Pêngava” Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku 10’ê Cotmehê li 74 navendan dest pê kir, roj bi roj berfirehtir dibe.

azadîxwazên li çar aliyên Kurdistan û cîhanê ji bo şikandina tecrîdê û girtina agahiyekê ji Rêber APO di çarçoveya pêngavê de çalakiyên girseyî lidardixin.

Endamê Maclisa giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Efîf Esed piştigiriya xwe ji pêngavê azadiyê re ragihand û got rêber Abdulah Ocelan çareseriya tevahî pirsgirêkên cîhanê ye.

Her wiha rêvebera meclisa civkaî ya ermenî Yexnîk Girbo bang li dewletên navnetewî û rêxistinên mirovî kir ku sextê li dewleta tirk a dagirker bikin da ku rêber Abdulah Ocelan bi fîzîkî azad bibe.

Pêngava azadiya rêber APO di nava mehekê de li 6 parzemînan ,31 welatî û 105 navendan belav bû û gelek kesayetên navdar jî piştgiriya xwe ji pêngavê re ragihandin.