Kanala ROJAVA TV

ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI QAMIŞLO DI ROJA 2’AN DE DIDOME

Çalakiya Greva Birçîbûnê ya li bajarê Qamişlo ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate destpêkirin, di roja 2’emîn de dewan dike.

Şêniyên Qamişlo, endamên deste û saziyan ji saetên sibehê ve berê xwe dan bin konê çalakiyê yê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî.

Di çalakiya greva birçîbûnê de bênavber dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ têne berzkirin û piştevaniya çalakiya li girtîgehên Bakur tê kirin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin, armanca tecrîdê jinavbirina vîna gelên azadîxwaz e.

Biryar e çalakiya li Qamişlo îro bi dawî bibe û sibe jî li navçeya Amûdê dewam bike.