DEWREYEKE HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN PERWERDEYA XWE BI DAWÎ KIR
Ev dîmenên derçûna grûpeke hêzên Ewlekiya Hundirîn ji akademiya Şehîd Elî Milhim li bajarê Reqayê ye.
Piştî perwerdeyên bîrdozî, ramyarî û rahênanên leşkerî ku 4 mehan berdewam kir, hêzên Ewlekariyê şahiya derçûnê li dar xist.
Perwerdeyê navê Şehîd Wîdad Ehmed li xwe girt û ji bo bihêzkirina pergala parastinê, tîmek ji zabîteyên pispor hatin perwerdekirin.
Piştî derçûnê dê endamên Hêzên Ewlekariyê li ser saziyan bêne belavkirin û peywirên xwe cî bi cî bikin.
Beriya niha jî grûpeke bi heman awayî ji akademiya Şehîd Elî derçûbû û li gorî hêzên Ewlekariya Hundirîn ew ê bi awayekî berdewam perwerdeyên weha vekin.