Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYÊN HERÊMA FIRATÊ LI SER PÊKANÎNA 50 PROJEYÊN XIZMETÊ DIXEBITIN

Şaredariyên Gel a herêma Firatê tevî êrîşên domdar ên li dijî herêmê, li ser pêkanîna 50 projeyên xizmetguzariyê dixebitin.

Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna projeyên xizmetê yên girêdayî kantona Kobanê 2 milyon û 200 hezar dolar veqetandin.

Ji projeyên xizmetguzariyê sererastkirina torên kanalîzasyonan, qîrkirina rêyan, xîzkirin, projeyên xweşikbûna park, peyarê û çandina daran hene.

Têkildarî mijarê Hevserokê Desteya Rêveberiyên xwecihî û Şaredariyan ê herêma Firatê Fewaz Ehmed ji Rojava Tv re nirxandin kir.

Fewaz Ehmed da zanîn ku heta niha li bajarê Kobanê bi qasî 10 km’yan rê hatine qîrkirin.

Di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014’an de, piraniya jêrxaneya bajarê Kobanê rûxiya, lê piştî rizgarkirinê Rêveberiya Xweser berdewam girîngiyeke taybet dide xebatên xizmetguzariyê yên li bajêr.