Kanala ROJAVA TV

LI ŞEHBAYÊ 3’YEMÎN FESTÎVALA ŞEHÎD ZÎLAN DEST PÊ KIR

Doh Li Şehbayê 3’yemîn Festîvala Şehîd Zîlan a çand, huner û werzîşê ya jinên ciwan dest pê kir.

Di Festîvalê de beşdaran destnîşan kirin ku ew ê Şopdarê Xeta Şehîd Zîlan bin û bang li ciwanan kirin ku ji bo têkbirina dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin.

Doh 3’yemîn Festîvala Şehîd Zîlan a çand, huner û werzîşê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Efrîn û Şehbayê ve hate organîzekirin.

Festîval bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî” û bi amadebûna bi sedan şêniyan li kampa Berxwedanê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê dest pê kir.

Tê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku Şehîd Zîlan pêşeng e û jinên ciwan bi saya şehîdan û ramanê Rêber Apo gihiştine vê rojê.

Piştî axaftinan komên Nûjiyan, Rûsîda û Avesta daketin ser dikê û stran gotin. Koma Stranên Erebî jî hunerên xwe pêşkêş kirin.

Koma Nûjiyan Ocalan jî govendên folklorî gerandin û Koma Arîn jî şanoyek pêşkêş kir.

Beşdarên Festîvalê Destnîşan kirin ku dê jin Şopdarê Xeta Şehîd Zîlan bin û bang li ciwanan kirin ku ji bo têkbirina dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin.

Li aliyekî din berdevka Yekîtiya Jinên Ciwanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dede Tekez kir ku Şehîd Zîlan ji bo jinê riya azadiyê ronî kir.

3’yemîn Festîvala Şehîd Zîlan a çand, huner û werzîşê dê îro li Stada gundê Babnisê bi çalakiyên werzîşê bi dawî bibe.

Her wiha Ji bo Bîranîna Şehîd zîlan li Kursitan û Cîhanê çalakiyên Cur be cur têne lidarxistin.