MSD ASAYÎKIRINA PEYWENDIYÊN LI GEL HIKÛMETA ŞAMÊ NÎQAŞ KIR
Nivîsgeha Jin a Encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê, ji bo nîqaşkirina vegera Sûriyê ya nava komkara erebî, îro komxebatek li Reqayê li dar xist.
Bi dehan jinên ji nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser, tevgerên jinan û endamên encumenê di komxebatê de amade bûn.
Di komxebatê de asayîkirina peywendiyên Hikûmeta Şamê yên bi welatên erebî û hawirdorê re hate nîqaşkirin.
Her wiha bandorên wê yên li ser çareserkirina aloziya Sûriyê jî bûne mijarên nîqaşê.
Paşê beşdarên komxebatê axivîn û nêrînên xwe parve kirin.