Kanala ROJAVA TV

Şebekeyek ji belavkarên dolarên Amerîkî yên sexte hatin girti

bajarê Tebqayê şebekeyek ji belavkarên diravên sexte ku ji 8 kesan pêk dihat, girtin.

Hêzên dijî tawanan gihiştin şebekeyek ji belavkerên dolarên Amerîkî yên sexte li bajarê Tebqayê, piştî ku agahî ji me re hat ku li bajêr belavkarên diravên sexte hene, di cih de endamên dijî tawanan dest bi şopandin û lêkolînê kirin, di encamê de bi 4 kesan hat guman kirin û piştî berhevkirina delîl û belgeyên ku tevlîbûna wan tekez dikin, hatin girtin û ev tişt hatin desteser kirin:

1 – 28850 dolarên Amerîkî
2- 5000 lîreyên sûrî
3 – Çekek kilaşînkovê
4 – cercûrek

Di dema lêpirsîna bi wan re li xwe mikur hatin ku wan bi çar kesên din re di belavkirina diravên sexte de danûstandin kirine, piştî li xwe mikur hatinê ew çar kesên din jî di kemînekê de hatin girtin.
Hêzên me kesên sûcdar li gel tiştên ku hatine desteserkirin, ji bo cezakirina wan a adil radestî Dozgeriya Giştî kirin.