Kanala ROJAVA TV

ÎROJ 12 SAL DI SER KIRÎZA SÛRIYÊ RE DERBAS DIBIN

Berpirsên Rêveberiya Xweser ji Rojava Tv re behsa aloziya Sûriyê dikin û dibêjin ew ji xeta xwe ya rast derketiye.

Her weha anîn ziman ku pirojeya Rêveberiya Xweser ji bo berjewendiya xelkên li Sûriyê hatiye avakirin.

kirîza Sûriyê derbasî sala xwe ya 13’an dibe.

Heta niha ti çareserî ji bo vê kirîza nehatine danîn.

 

RÛKEN MELE IBRAHÎM – CÎGIRA SEROKA DESTEYA JIN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

RÛKEN MELE IBRAHÎM: JI BER DESTWERDANA DEWLETÊ DERVE KIRÎZA SÛRIYÊ JI XETA XWE YA RAST DERKET

Di vê mijarê de Cîgira Seroka Desteya Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Ibrahîm got: “ ji ber dewletên derve destwerdan di kirîza Sûriyê de kirin, her tişt veguherî aloziyekê û ji xeta xwe ya rast derket”.

 

CAHID HESEN – CÎGIRÊ SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ PARTIYA SÛRYA PÊŞEROJÊ
CAHID HESEN: PIROJEYA LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ YA HERÎ GUNCAW JI BO GELÊ SÛRIYÊ YE

Ji aliyê xwe ve Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Sûrya Pêşerojê Cahid Hesen anî ziman ku pirojeya Rêveberiya Xweser ya herî rast e û ji bo berjewendiya gelê Sûriyê kar dike.

 

TEVÎ DERBASBÛNA 12 SALAN JI KIRÎZÊ, HÎNA BIPÊKIRIN DEWAM DIKIN

Tevî derbasbûna 12 salan di ser kirîza Sûriyê re, Hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li herêmên Dagirkirî û herêmên di bin kontrola Hikûmeta Şamê de dewam dikin.