Kanala ROJAVA TV

KRÎZA SÛRIYÊ DERBASÎ SALA 13’AN DIBE

Aloziya Sûriyê 12 sal li pey xwe hişt û derbasî sala 13’an dibe.
siyasetmedarên herêmê behsa sedemên veguherandina daxwazên gel ji bo aloziyekê bi girêk ku 13 sal in dewam dike, dikin
Aloziya Sûriyê 12 sal li pey xwe hişt û derbasî sala 13’an dibe ku ji parêzgeha Dera bi daxwaza demokrasiyê destpêkir û alozî li Sûriyê belav bû.
Mayina rêjîmê li ser hişmendiya xwe û neguhdarkirina daxwazên gel û Destwerdanên di xwepêşandanên wan de daxwazên gel veguherand aloziyekê ku 13 sal in dewam dike û di encam de, bi sedhezaran Sûrî bûn qurbanî.
Bi rasthatina salvegera destpêkirina aloziya sûriyê re siyasetmedarên herêmê behsa derketina aloziya sûrî ji xeta wê ya rast dikin.
Derbarê mijarê de sekretera giştî ya partiya sûriya pêşerojê Siham dawûd dibêj sedema sereke nêzîkatiyên rêjîmê bû ku li ser hişmendiya xwe ma.