XWENDEKARÊN KOBANÊ BAWERNAMEYÊN XWE YÊN WERZA YEKEMÎN WERGIRTIN
Xwendekarên bajarê Kobanê, îro bawernameyên xwe yên werza yekemîn bi coşeke mezin û bi cilûbergên Kurdî wergirtin.
Mamosteyek ji bajarê Kobanê dibêje, tevî rewşa ku herêm tê re derbas dibe, lê dîsa jî roj bi roj kerte perwerdeyê bi pêş dikeve û xwendekar bi zimanê xwe yê zikmakî têne perwerdekirin.
Piştî ked û westana çend mehan, xwendekarên her sê qonaxên seretayî, navîn û amadehî li bajarê Kobanê karnameyên xwe yên werza yekemîn wergirtin.
Kamereya ROJAVA TV serdana dibistanan kir û atmosfera belavkirina karnameyan û coşa xwendekaran şopand.
Mamosteya dibistana Şehîd Azad, Şêrîn Mihemed got, kerta perwerdeyê li herêmê roj bi roj bi pêş dikeve.
Xwendekarên ku karnameyên xwe wergirtine, kêfxweşiya xwe tînin zimên û hêvî dikin ku di tevahî qonaxên xwendinê de, serkeftî bin.
Tevî gef û êrîşên dewleta Tirk ên berdewam, lê dîsa jî proseya xwendinê li Bakur û Rojkhilatê Sûriyeyê ranwestiyaye û roj bi roj kerta perwerdeyê bi pêş dikeve û geşedanên nû bi xwe re tîne.