HEYVA SOR A KURD LI HESEKÊ 4 KON JI BO ŞÊNIYAN VEDANE
XUNAV EHMED- HEVSEROKA HEYVA SOR A KURD A KANTONA HESEKÊ HEYVA SOR A KURD: HETA NIHA TI RÊXISTINAN ALÎKARÎ JI BO ME PÊŞKÊŞ NEKIRINE
Li bajarê Hesekê jî Heyva Sor a Kurd bi alîkariya dezgehên Rêveberiya Xweser 4 kon li cihên ewle ji bo şêniyan vedane.
Ji dema rûdana erdhejê ve, Heyva Sor a Kurd ji bo parastina jiyana sivîlan û dabînkirina cihên ewle, li seranserî herêmê kon vedane.
Li kantona Hesekê jî, 4 kon hatine vedan û bi sedan niştecihên wir, berê xwe didin nava konan.
li gorî derfetên xwe Heyva Sor a Kurd, di wan konan de pêdawistiyên sereke yên jiyanê ji bo welatiyan dabîn dike.
Heyva Sor a Kurd dibêje heta vê kêliyê ti rêxistinekê yan jî ti aliyekî alîkarî ji bo wan pêşkêş nekirine.