Kanala ROJAVA TV

BI SEDAN ŞÊNIYÊN HERÊMA EFRÎNÊ CENAZEYÊ ŞEHÎD BEYLAN LÊLÛNÎ OXIR KIRIN

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Beylan Lêlûnî ku 10`ê Îlonê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, oxir kirin.

Bi sedan Şênî li pêşiya nexweşxaneya Avrîn kom bûn û cenazeyê şehîd wergirt .

Piştî wergirtina cenazeyê, şêniyan bi karwanekî erebeyan ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehres a kantona Şehbayê ve ketin rê.

Li goristanê, axaftina ji aliyê encumena Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê hat kirin û soza şopandina riya şehîdan dan .

Paşê wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin .

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di bin siloganan de spart axê.