DEWLETA TIRK GUHERTINA DEMOGRAFIYA HERÊMA EFRÎNÊ DIDOMÎN E
Heverokê desteya karûbarê civakî ya rêveberiya xweser şêxmûs ehmed destnîşan kir ku dewleta tirk li efrînê guhetineke demografîk pêktîne û bi vê yekê armanc dike şêniyên efrînê koçber bike û herêmû tevlî nava xaka tirkiyê bike.
şêxmûs ehmed bang li civaka navdewletî kir ku li hember sûcên dewleta tirk bêdeng nemîne.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê guhertina demografiya herêmên dagirkirî bi taybet a kantona Efrînê bi rêya avakirina avahiyên mêtingehiyê û tunekirina xwezayê, didomîne.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, çeteyên dewleta Tirk piştî ku kantona Efrînê dagir kirin, zêdetirî 345 hezar darên zeytûnan û darên din birîn.
Her wiha zêdetirî 11 hezar hektar zeviyên çandiniyê şewitandin û hemû darên li daristanên nêzî Gola Meydankê ya li navçeya Şerayê qut kirin.
têkildarî mijarê heverokê desteya karûbarê civakî ya rêveberiya xweser şêxmûs ehmed diyar kir ku armanc Dewleta Tirk ji Avakirina Avahiyên Mîtîngeriyê, Koçberkirina Şêniyên Efrînê û Guhertina Demigrafiya efrînê ye.
Şêxmûs ehmed got: Binpêkirinên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk û komeleyên Îxwanî ve tên kirin bi armanca mayîndekirina dagirkeriyê û tirkkirina herêmê ye.
Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker ve koçberên Efrînê li kampên kantona Şehbayê di bin dorpêç û bombebarana rojane ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne . û di nava şert û mercên dijwar de jiyan dikin..