Kanala ROJAVA TV

OPERASYONA MIROVÎ Û EWLEHÎ DI ROJA 20’AN DE BERDEWAM DIKE

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya ku li Kampa Holê li dijî şaneyên daiş hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 20 an de berdewam dike .

Di roja 20 an a operasyonê de yekîneyên parastina jin ypj jineke din a êzidî rizgar kir.

her wiha nameyên çeteyên DAIŞ`ê ku ji malbatên xwe re bi zimanê tirkî nivîsîne dîtin, ku tê de tekez dikin ku vegera wan a Tirkiyê nêz e.

Di roja 19 an a pêngavê û di xebatên lêgerînê de xendek, pirtûkên têkildarî fikrê tundraw ê DAIŞ`ê, amûrên îşkenceyê û telefon ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin dîtin.

Operasyonên paqijkirin û lêgerînê li kampê hê jî berdewam in.