Kanala ROJAVA TV

KONGRA STAR:PAŞGUHKIRINA DOSYAYA DAIŞ GEFAN LI EWLEHÎ Û JIYANA XELKÊN HERÊMÊ DIXWE

Kongra star îro bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî kir ku erkên xwe li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞ’Ê yên li kamp û girtîgehan pêk bîne û dewletên ku destekê didin terorê darizînin.

Têkilarî oparasyona Mirovî û Ewlehiyê, Endamên Kongra star li kampa holê kom bûn û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Paşguhkirina dosyaya DAIŞ ji aliyê civaka navnetewî ve gefan li ewlehî û aramiya herêmê her wiha jiyana tevahî niştecihên kampê dixwe.

Her wiha hate destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pabendî peyman û belgeyên mafên mirovan e, divê civaka navntewî jî erkên xwe li hember çeteyên DAIŞ’Ê yên li kamp û girtîgehan pêk bîne.

Kongra star di dawiyê de banga darizndina girtiyên DAIŞ yên li herêmê û dewletên ku destekê didin terorê, kir.