Kanala ROJAVA TV

LI KANTONA ŞEHBAYÊ MADEKARIYÊN SALA XWENDINÊ YA 2022-2023`YAN TÊ KIRIN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê amadekariyên xwe ji bo sala xwendinê ya 2022-2023`yan didomîne.

Endama Koordînasyona Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Erûbe Xelîl Ebd diyar kir ku tevî kêmderfetiyên li Şehbayê û topbarana rojane ya dewleta tirk ew amadekariyên xwe ji bo sala nû ya xwendinê dikin.

Kantona Şehbayê ku bi hezaran koçberên Efrînê lê dijîn, rojane rastî topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê.

Li aliyekî din ve jî hikumeta Şamê dorpêça xwe li ser herêmê ferizkiriye.

Tevî hemû zehmetiyan, her wiha tevî ku pirtûk û amûrên fêrkirinê jî peyda nabin , lê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê amadekariyên xwe ji bo sala xwendinê ya 2022-2023`yan didomîne.

Endama Koordînasyona Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Erûbe Xelîl Ebd diyar kir ku tevî kêmderfetiyên li Şehbayê û topbarana rojane ya dewleta tirk ew amadekariyên xwe ji bo sala nû ya xwendinê dikin.

Têkildarî biryara yekkirina cilûbergên dibistanan Erûbe got: Li gorî şert û mercên li Şehbayê her wiha rewşa aborî ya koçberan, biryara yekkirina cilan pêk nayê.

Hêjayî gotinêye ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar da ku dibistan dê di 18`ê Îlonê de werin vekirin.