Kanala ROJAVA TV

ENCUMENA ZAGONSAZ A HERÊMA CIZÎRÊ RÛNIŞTINA XWE YA 10’EMÎN LI DAR XIST

Îro, encumena zagonsaz a herêma cizîrê rûniştina xwe ya 10’emîn li avahiya xwe ya li bajarê Amûdê li dar xist.

Di rûniştinê de geşedanên siyasî, rewşa herêmê û pesendkirina her du zagonên qaçaxçîtiya mirovan û madeyên hişbir hatin nîqaşkirin.

Her wiha hinek hevserok û cîgirên nû ji bo deste û rêveberiyên herêma Cizîrê hatin erkdarkirin.

Encumena zagonsaz a Herêma Cizîrê rûniştina xwe ya 10’emîn li avahiya encumenê ya li bajarê Amûdê li dar xist.

Hevserokê encumena cîbicîkar a Herêma Cizîrê Telet Yûnis, hevserokê desteya hundirîn a herêma cizîrê Kenan Berekat, şêwirmenda rêveberiya xweser a heman herêmê, Cîhan Xelîl û hejmarek ji berpirsên partî û endamên encumena zagonsaz beşdarî rûniştinê bûn.

Têkildarî mijarê hevseroka encumena zagonsaz a herêma Cizîrê Arya Mele Ehmed got ku wan destpêkê rewşa siyasî û geşedanên dawî gotûbêj kirine.

Di hinek deste û encumenan de guhertinên hevserok û cîgiran hatin pêkanîn, Arya Mele behsa hûrgiliyên wan guhertinên nû dike.

Arya Mele da zanîn ku wan hinek guhertin di her du zagonên qaçaxçîtîya mirovan û madeyên hişber de pêk anîne û ew her du zagon hatine pesendkirin.

Di dawiya rûniştinê de Buşra Derwêş weke cîgira hevserokatiya desteya tenduristiyê, Xalid Dawûd weke hevserokê desteya tenduristiyê, Elî El- Geûd weke cîgirê hevserokatiya encumena cîbicîkar, Rîyad Yûsif weke hevserokê nivîsgeha ragihandinê, Mihemed El- Birak weke hevserokê desteya karûbarên civakî, hatin hilbijartin.

Biryar e hevserokên navborî di demên pêş de bi awayekî fermî dest bi kar bikin.