Kanala ROJAVA TV

NAVENDA WERGIRTINA PEMBO LI HESEKÊ WERGIRTINA BERHEMÊN COTKARAN DEWAM DIKE

Cotkar bi berdewamî berhemên xwe yên pembo radestî navenda wergirtina pembo ya bajarê Hesekê dikin, ku rêveberê navendê piştrast kir ku heta niha 150 ton wergirtine.

Di heman demê de cotkar nirxê pembo yê îsal guncaw dibînin

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi wergirtina berhemên pembo ji cotkarên navendên diyarkirî yên herêmên Cizîrê, Reqa û Dêra Zorê kir.

Kamereya Rojava Tv serdana navenda wergirtina pembo ya bajarê Hesekê kir û bi rêveberê navendê Mehmûd Mihemed re hevdîtin pêk anî.

Mehmûd Mihemed got ku navend di 5ê vê mehê de hatiye vekirin û piştî du rojan dest bi wergirtina mîqdara yekem kirine.

Cotkar Ebdulrehman Îso jî piştrast kir ku nirxê pembo û berhemanîna wê îsal gelek başe.

Pembû piştî genim dirêjeya duyemîn de di berhemên herî girîng ên stratîjîk de li Sûriyê cih digire û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê yekemîn berhemhênerên wê bûn berî xirabûna sektora çandiniyê di dema aloziya Sûriyê de.