QONAXA DUYEMÎN A OPERASYONA MIROVÎ Û EWLEHIYÊ DI ROJA 19’AN DE BERDEWAM E
Qonaxa duyemîn a operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPJ/YPG’ê dabû destpêkirin di roja xwe ya 19’an de berdewam e.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn 25’ê Tebaxa borî, bi piştgiriya QSD,YPG û YPJ’ê qonaxa duyemîn a operasyona Mirovî û Ewlehiyê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li kampa Holê ragihand.
Operasyon di roja xwe ya 19’an de berdewam e .
Nûçegihanên me ji kampa Holê ku operasyonê kêlî bi kêlî dişopînê ragihand ku vê sibehê saet 05:00’an de Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD, YPJ/YPG’ê li Kampê belav bûn û dest bi xebatên lêgerînê kirin û di encamê de 3 tunel ,13 telefon û hin alavên din yên DAIŞ ê dîtin.
DerBarê Mijarê de Berdevka Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Roksen Mihemed ji ROJAVA TV re diyar kir ku ya herî girîng ku ji bo YPJ cihê kêfxweşiyê ye, rizgarkirina keça Êzidî ye.
Roksen Mihemed bang li civaka navneteweyî û dewletên ku hemwelatiyên wan di kampa hole de hene ki ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Di roja 18’an a operasyona Mirovî û Ewlehiyê de Hezên Ewlekariyê li kampa Holê cenazeyê welatiyekî îraqî yê bi navê Kerîm Hesên Elî yê 45 salî dîtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.