Kanala ROJAVA TV

NIVÎSGEHA KARÛBARÊN ŞEHÎDAN YA RÊVEBERIYA XWESER NAVENDEK JI ZAROKÊN ŞEHÎDAN RE LI REQAYÊ VEKIR

Nivîsgeha karûbarên Şehîdan di Desteya karûbarên Civakî de ya Rêveberiya Xweser navendek ji zarokên Şehîdan re li bajarê Reqayê vekir.

Bi armanca xwedîderketina li zarokên Şehîdan, Nivîsgeha karûbarên Şehîdan di Desteya karûbarên Civakî de ya Rêveberiya Xweser navendek ji zarokên Şehîdan re bi navê” gerstêrka zaroktiyê” vekir.

Di merasîma vekirinê de Nûnerên Rêveberiya Xweser ya bakur û Rojhilatê Sûriyê, kesayetên siyasî, sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Her wiha gelek axaftinên ku tekezî li ser xwedîderketina li zarokên Şehîdan dike, hatin kirin.

Desteya karûbarên Civakî kesayetiyên ku di avakirina Rêveberiya Xweser de cih girtine xelat kir.

Hevserokê desteya karûbarên civakî ya Rêveberiya xweser Farûq El-Maşî vekirina mala zarokên şehîdan pîroz kir û got: veikirna navenda zarokên şehîdan ji bo her kesî serkeftine.