Kanala ROJAVA TV

LI KOBANÊ ŞAHIYA DERÇÛNÊ JI BO ZAROKÊN GULISTANAN HATE LIDARXSITIN

Desteya Jin a Herêma Firatê, şahiya derçûnê ji bo zarokên heft gulistanên bajarê Kobanê li dar xist.

Zarokên ku der çûne, dê derbasî dibistanan bibin û li wir proseya xwe ya xwendinê bidomînin.

Armanca wan baxçeyan jî ew e ku weke rêyekê li pêşiya zarokan were vekirin, da ku ji bo dibistanan werin amadekirin û rastî tu astengiyan neyên.

Piştî hefteyeke din sala xwendinê ya nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê dike.

Desteya jin a Herêma Firatê, beriya ku zarok derbasî dibistan bibin, di baxçe û danîngehên teybet de, wan perwerde dikin, da ku di qonaxa seretayî de perwerdeya xwe asayî derbas bikin.

Îro, wê desteyê hejmarek ji zarokên ku êdî temenê wan ji bo dibistanan guncaw e, şahiyeke derçûnê ji wan re li dar xist û dê êdî derbasî dibistanan bibin.

Cîgira Desteya jin a herêma Firatê Narîn Zada da zanîn ku wan îro şahiya derçûna ya heft baxçeyan li dar xistiye.

Ji hêla xwe ve, mamoste Merwa Seidî got ku wan zarok perwerde kirine, da ku di beşdarbûna dibistanan de rastî tu astengiyan neyên.

Beriya niha hevserokatiya desteya perwerde û fêrkirinê ji Rojava TV re ragihandibû ku wan amadekariyên xwe temam kirine û biryar e dergehên dibistanan ji bo sala xwendinê ya nû, di hefteya pêş de bêne vekirin.