Kanala ROJAVA TV

OPERASYONA MIROVÎ Û EWLEHIYÊ DI ROJA 18’AN DE BERDEWAM DIKE

Têkildarî xeteriya malbetên DAIŞ di kampa holê de û girîngiya oparasyona “Mirovî û Ewlehiyê” xelkên navçeya holê ji rojava tv re diyar kirin ku şaneyên DAIŞ bi piştgiriya dewleta tirk plana zindîkirina xwe li herêmê dike.

Her wiha gotin: Oparasyona mirovî û ewlehiyê ewlehiya li herêmê û jiyana penaberên di kampê de misoger dike.

25’ê Tebaxa derbasbûyî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê yên li Kampa Holê ragihand.

Ji dema ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyon li Kampa Holê destpê kirine gelek şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin û miqdarek cebilxane, nasname û alavên elektronîk hatine desteserkirin.

Yek ji xelkên navçeya Holê Secîda El-Hesen ji Rojava Tv re diyar kir ku Oparasyona mirovî û ewlehiyê ewlehiya li herêmê û jiyana penaberên di kampê de misoger dike.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Mihemed Muse jî got ku: Şaneyên DAIŞ bi piştgiriya dewleta tirk dixweze xwe li herêmê zindî bike.

Qonaxa duyemîn a operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPJ/YPG’ê dabû destpêkirin di roja xwe ya 18’an de berdewam e .