DESTEYA RÊVEBERIYA XWECIHÎ Û ŞAREDARIYAN BANGA BIDAWÎKIRINA SÛCÊN LIDIJÎ XWEZAYA EFRÎNÊ KIR
Desteya Rêveberiya xwecihî û Şaredariyan ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê sûriyê bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê derheqê xwezaya Efrînê de şermezar kir her wiha bang li aliyên peywendîdar kir ku dawî li tewanên dewleta tirk ên li dijî xwezayê bîne..
Di daxuyaniyê de hate gotin ku: Dewleta tirk a dagirker bi qutkirina darên daristinan û şewtandina xwezayê dijminahiya xwe ya lidijî gelên li herêmê nîşan dide.
Desteya Rêveberiya xwecihî û Şaredariyan ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê sûriyê bang li Rêxistin û komeleyên ku parastina xwezayê dikin kir ku çavên xwe li ser tewanên dewleta tirk ên li dijî xwezaya Efrîna dagirkirî vekin û dest bi lêpirsînê bikin.
Cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya xwecihî û Şaredariyan ya Rêveberiya Xweser Mîdye Bozan diyar kir ku Li Efrînê sûcên dijmirovî û dij exlaqî li ser xelk û xwezayê
tê meşandin