Kanala ROJAVA TV

MALBATÊN ŞEHÎDAN BANG LI KURDÊN BAŞÛR KIRIN: LI DIJÎ XIYANETA PDK’Ê RAWESTIN

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 5’ê Îlonê danê êvarê li Geliyê Balîsanê tîmeke gerîlayan a ji 5 kesan pêk dihat rastî êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk hatine.

HPG’ê ragihand ku 3 gerîla şehîd bûne û 2 jî birîndar bûne.

Di Daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Hate hînbûn ku hêzên PDK’ê piştî êrîşê mudaxeleyî cihê bûyerê kirin û hevalên me yên birîndar rakirin û birine.”

Encumena Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û bang li Kurdên Başûrê Kurdistanê kirin ku li dijî xiyaneta PDK’ê rawestin.

Her wiha bang li rêxistinên navdewletî kir ku gerîlayên dîl hatine girtin, serbest bêne berdan.