KNK’Ê BI HEVKARIYA PARTIYÊN SIYASÎ FORUMEKE DIYALOGÊ LIDARXIST
Kongreya Netewî ya Kurdistanê bi hevkariya partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh êvarê bi dirûşma “Gefên Tirkiyê û dorvegera Erdogan ber bi Şamê ve” li hola Zana ya bajarê Qamişlo, forumeke diyalogê lidarxist.
Di forumê de Nûnerên partî û tevgerên siyasî ji Kurd, Ereb û Suryan, tevger û rêxistinên civakî, sivîl, jin û mafên mirovan, malbatên şehîdan û nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî forumê bûn