Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ JI BO XURTKIRINA ABORIYA JINAN, DIKANÊN BAZIRGANIYÊ TÊNE AVAKIRIN

Nivîsgeha jin a şaredariya Reqayê di projeya xwe ya avakirina dikanên bazirganiyê de berdewam e.

nivîsgeh bi armanca xurtkirina aboriya jinan û zêdekirina derfetên kar li pêşiya jinan, dest bi projeyên cuda cuda dike.

Rêvebira nivîsgeha jin a şaredariya bajarê Reqayê Xalîsa El- Hisên ji Rojava TV re ragihand ku wan ev proje li kolana 23 sibatê dest pê kirine.

Her li gorî wê rêveberê dê proje di heyama du mehan de bi dawî bibe.

ev proje, piştî projeya terzîxaneyê û kargeha keresteyên paqijiyê, projeya sêyemîn a wê nivîsgehê ye.