Kanala ROJAVA TV

LI HESEKÊ BANGA BIDAWÎKIRINA SÛC Û ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK HATE KIRIN 

Rêxistinên jinan ên bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî zarok û jinan şermezar kirin her wiha bang li Rêxistinên mafên mirovan kirin ku dawî li sûcên dewleta Tirk bînin û hesab jê bixwezin.

Di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de a li ser navenda perwerdeyê ya li gundê Şemoka yê Til Temirê 5 zarokên keç şehîd bûn û 10 kesên din birîndar bûn.

Têkildarî mijarê rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi hevkariya Konrgra Star daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî, rêxistinên mafên mirovan û û hevpeymaniya Navneteweyî hate kirin ku dawî li sûc û êrîşê dewleta tirk a dagirker bînin û dest bi lêpirsînê bikin.