Kanala ROJAVA TV

DESTEYA JIN A HERÊMA CIZÎRÊ NAVENDEK JI BO LÊNÊRÎNA ZAROKAN LI QAMIŞLO VEKIR

Desteya Jin a Herêma Cizîrê îro navendek geşpêdana Zarokan li bajarê Qamişlo vekir..

Berpirsên vê pirojeyê tekez kirin ku Armanc ji vekirina vê navendê Pêşxistina behre û karînên Zarokan e.

Îro Desteya Jin a Herêma Cizîrê navendek bi vanê Ehln Simsim ya Lênêrîna Zarokan li taxa Qikûrbek a bajarê Qamişlo vekir..

 

Di şahiya Vekirinana navendê de, Seroka Desteya Jin, şandek ji Kordînasyona jin a Herêma Cizîrê,Saziyên peywendîdar bi lênêrîna Zarokan û malbatên Zarokan amade bûn..

 

Navend dê bê pere û rojane, Seatek an 2 Seatan, zarokên ji temanê 3 heta 8 salî Pêşwazî bike.

 

Seroka Deseteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo diyar kir ku Armanc ji vekirina vê navendê Pêşxistina behreyên Zarokan û Karînên wan e..

Her wiha Cîgira Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Belqîs Hemadî got: ji ber ku di rewşên şer de herî zêde bandor li zarokn tê kirin me Girîngî daye vekirina Navendên bi vî rengî.

Di 24 ê Meha Tebaxa Derbasbûyî de jî Desteya rêveberiya Xwecîhî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê navendeke Lênêrîna Zarokên Sêwî ya  bi navê “Jiyana Zarokan” li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê vekir..