ŞÊNIYÊN TIL TEMIRÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK XWEPÊŞANDAN LIDARXISTIN
Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê bi xwepêşandanekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Di xwepêşandanê de mamosteyên Til Temirê, endamên Kongra Star, saziyên Rêveberiya Xweser ên li navçeyê, beşdar bûn.
Beşdaran bi dirûşmeyan topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bombebarana Navenda perwerdeya Zarokan li ser riya Hesekê – Til Temir ku di bin serweriya Neteweyên Yekbûyî de bû, şermezar kirin.
Di dawiya çalakiya şermezarkirinê de Encumena Giştî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxwiyaniyek da û bêdengiya dewletên navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.
Her wiha banga girtina qada hewayî li herêmê hate kirin.