QONAXA DUYEMÎN A OPERASYONA MIROVÎ Û EWLEHIYÊ DI ROJA 14. DE YE
Qonaxa duyemîn a operasyona Mirovî û ewlehiyê ya li Kampa Holê di roja xwe ya 14’an de dewam dike. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li beşa 8’an a kampê xebatên lêgerînê pêk tînin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di saetên berbangê de li beşa 8’an a kampê belav bûn û bi desteka YPJ’ê û QSD’ê dest bi lêgerînê kirin.
Nûçegihanê me ji kampê ragihand ku di vê çarçoveyê de tuneleke ku çeteyan xwe têde vedişartin, her wiha gelek alavên çeteyan wek xetên telefonan û laplop hat dîtin.
Navenda ragihandinê ya Hêzên ewlekariya hundirîn diyar kir ku di roja 13’emîn a operasyonê de, 25 endamên şaneyên DAIŞ’ê ku di nav de 9 jin hene, hatin girtin.
Her wiha 7 konên ku DAIŞ’ê ji bo perwerde û îşkenceyê bi kar dianîn, rakirin. Her wiha miqdarek cebilxane û alavên DAIŞ’ê jî desteser kirin.
Nûçegihanê me Ehmed Umer têkildarî encamên lêgerînê yên roja 14’emîn az layvek amade kir, em lê temaşe bikin.