Kanala ROJAVA TV

DESTEYA PERWERDEYÊ: LI HERÊMÊ ZÊDETIRÎ 4700 DIBISTAN DI XIZMETÊ DE NE

6’ê îlonê ango duh salvegera 4’emîn a damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Di vê çarçoveyê de, Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Receb El-Muşrif ji ROJAVA TV re behsa destkeftiyên hatine bidestxistin kir û da zanîn ku Rêveberiya Xweser di nava 4 salan de desteka mezin da warê perwerdeyê.