MALBATÊN ŞEHÎDAN ÊN KOBANÊ HEVKARIYA PDK’Ê YA BI DEWLETA TIRK RE ŞERMEZAR KIRIN
Encumena malbatên şehîdan a Herêma Firatê komkujiya ku duh PDK’ê û dewleta Tirk bi hev du re li dijî komeke gerîlayan li Xelîfanê pêk anîbû û di encamê de 2 gerîla şehîd bibûn, şermezar kir.
Encumena malbatên şehîdan bang li PDK’ê kir ku dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde û li
xwe vegere û got, eger birîndarên ku niha di destê PDK’ê de ne, tiştek bi wan were, ew ê hesab ji PDK’ê bixwazin.