Kanala ROJAVA TV

LI NAVÇEYA EYN ÎSAYÊ TECRÎDA LI SER RÊBER ABDULLAH OCALAN HATE ŞERMEZARKIRIN

Di bin dirûşmeya azadiya Rêber APO azadiya gelan e, li navçeya Eyn Îsayê xwepêşandaneke girseyî hate lidarxistin.

Xwepêşandan li pêş Firneya El- Dîkan bi beşdariya welatiyên navçeya Eyn Îsa, koçberên Girê Spî û nûnerên Rêvebriya Xweser dest pê kir û li çerxerêya Şehîd Cûdî veguherî mitîngê.

Di xwepêşandanê de gelek axaftin hatin kirin û di axaftinan de tecrîda girnakirî ya li ser Rêber Ocalan hate şermezarkirin.

Her wiha beşdarên xwepêşandanê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kirin.