Kanala ROJAVA TV

4 SALVEGERA DAMEZRANDINA RÊVEBERIYA XWESER LI REQAYÊ HAT PÎROZKIRIN

Bi boneya Salvegera 4 emîn a damezrandina Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê sûriyê, li reqayê şahiyek hate li darxistin..

Di şahiyê de Berpirs û Rayedarên Rêveberiya xweser ên bakur û rojhilatê sûriyê amade bûn..

Di şahiyê de Hevseroka MSD’ê Emîna Umer axivî û da zanîn ku Rêveberiya Xweser nimûneya demokratîk a herî guncaw ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê ye.

Yek ji Fermandarên Qsd’ê Sozdar Dêrik ku di şahiyê de beşdar bû, da zanîn ku Bi Yekbûna Gelan sîstema Rêveberiya Xweser hat parastin.