Kanala ROJAVA TV

KOMÎTEYA PERWERDE Û FÊRKIRINÊ YA REQAYÊ 3 DEWREYÊN BÎRDOZÎ YÊN MAMOSTEYÊN JIN BI DAWÎ KIR

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bajarê Reqayê îro 3 dewreyên bîrdozî yên mamosteyên jin li gund û bajar bidawî kir.

Dewre bi navê Şehîd” Cîhan Mustefa”li gund û bajarê Reqayê hate vekirin û tê de hejmarek mamosteyên jin beşdarbûn.

Di şahiya derçûnê de nûnerên komîte û nivîsgehên Rêveberiya Sivîl a Reqayê, Endumena Malbetên şehîdan a navçeya Eyn Îsayê û nûnerên dezgehên leşkerî û sivîl amade bûn.

Di şahiyê de hate diyarkirin ku Jinê bi vîn û têkoşîna xwe ya bilind karîbû gelek destkeftiyan bidest bixe.

Rêvebira Nivîsgeha Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Reqayê Sara Ibrahîm ji Rojava tv re got ku dewre ji bo pêşxistina mamosteyan di warê perwerdeyê de bû.