Kanala ROJAVA TV

LI DIJÎ SÛCÊN DEWLETA TIRK CIWANÊN KOBANÊ XWEPÊŞANDAN LI DAR XISTIN

li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Kurd û êrîşên wê yên li ser bakur û rojhilatê sûriyê şêniyên kantona Kobanê xwepêşandanek li dar xistin .

bi sedan Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê ,Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan û şêniyên kobanê tevlî xwepêşandanê bûn .

Di xwepêşandanê de daxuyaniyek ji aliyê endama Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê Nadiya Agasî ve hate xwendin û hate gotin: dewleta Tirk a dagirker hewl dide xewna xwe ya Osmaniyê vegerîne û ji bo wê gel topbaran dike û demografiya herêmê diguherîne.

xwepêşandêran Sûcên Dewleta Tirk Şermezar kirin û weke Sûcên derexlaqî û mirovî bi nav kirin..