HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN PÊŞDEÇÛNÊN SIYASÎ Û EWLEHÎ BI RÛSPIYÊN TIL TEMIRÊ RE NÎQAŞ KIR
Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên siyasî û ewlehî yên li herêmê civîneke berfireh ji şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd ên navçeya Til Temir û gundewarên wê re lidarxist.
Civîn li hola civînan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Til Temirê hate lidarxistin.
Hejmarek şêx û rûspiyên eşîran ji tevahî pêkhateyan, endamê rêveber ê Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma Cizîrê, endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Til Temirê û endama rêveber a Hêzên Natora li Xabûr Robert Echo beşdar bûn.
Di civînê de pêşdeçûnên girêdayî krîza li sûriyê li gel nakokiya hêzên navneteweyî li ser berjewendiyên li Sûriyê, êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate nîqaş kirin.
rûspiyên eşîran destwerdana dewleta tirk ji xaka sûriyê re şermezar kirin û tekezî li ser hevgirtina di navbera
ol û pêkhateyên herêmê de kirin.