Kanala ROJAVA TV

BÎLANÇOYA MEHA TEBAXÊ YA ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYA TIRK HATE EŞKERE KIRIN

encumena Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya meha Tebaxê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî eşkere kir.

Berdevkê Encumenê Wîsam el Omer soz da ku wê bersiva her hewldaneke dagirkirina herêmên din ên Sûriyê bidin.

Dewleta Tirk a dagirker Êrîşên xwe yên li dijî navçeya Eyin Îsa û Gundewarên Girê Spî Zêdetir kiriye .

Encumena Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya meha Tebaxê ya Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî eşkere kir.

Berdevkê encumena Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer têkildarî bîlançoyê got ku: dewleta tirk di meha tebaxê de 412 êriş bi hemû cure çekên giran û sivik, û du êriş bi dronan pêk anîn.

Wîsam El Omer bêdengiya Navdewletî ya li hember êrîşên Dewleta Tirk şermezar kir û soza bersivdayîna hemû hewldanên dagirkirina herêmên din ên Sûriyê da ..

Dewwleta Tirk a dagirker asta Êrîşên Xwe yên li dijî Herêmê zêdetir dike û Îro di seatên nîvro de Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Gundê Fatsa, El Hîşa û riya M 4 yên navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.