Kanala ROJAVA TV

PÊNGAVA MIROVÎ Û EWLEHIYÊ DI ROJA 11`AN DE LI KAMPA HOLÊ DIDOME

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 11`an de li beşa 5`an a Kampa Holê ku taybet bi koçberên sûrî ye, didome.

Di encama operasyonên lêgerînê de, di saetên serê sibehê de 388 fîşekên çeka klaşinkof ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li konan yek bi yek operasyonên lêgerînê pêk tîne. Koçberên beşa 5`an bi awayekî ewle ber bi cihê wergirtina qeydan ve tên birin.

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku bi pêşengtiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya YPJ-YPG û QSD`ê di 25 Tebaxê de li Kampa Holê hate destpêkirin ket roja 11`an de.

Operasyonên paqijkirin û lêgerînê didomin.