KOMXEBATA ŞÊWRÊ JI BO NÎQAŞKIRINA KRÎZA SÛRIYÊ LI BAJARÊ REQAYÊ DEST PÊ KIR
Komxebata Şêwrê ji bo nîqaşkirina krîza Sûriyê, îro li bajarê Reqayê dest pê kir.
Komxebat li eywana Mişwar a Reqayê bi beşdariya zêdetir ji 50 kesî ku nûnerên partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, mafnas û rêxistinên mirovî ne, dest pê kir.
Armanca komxebatê nîqaşkirina krîza Sûriyê û vedîtina çareseriyên guncaw ji bo krîzê ye.
Di axaftina destpêkê de seroka desteya Rêverer a MSD’ê Îlham Ehmed axivî û got ku hikûmeta Şamê û dewleta Tirk li ser hesabê gelê Sûriyê nêzîkî hev du dibin.
Biryar e komxebat du rojan bidome û tê de mijarên cuda cuda bêne nîqaşkirin.