HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN BÎLANÇOYA ROJA 8’AN A OPERASYONA MIROVÎ Û EWLEHIYÊ RAGIHAND
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di roja 8’an a operasyona Mirovî û Ewlehiyê de 14 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatine girtin, hejmarek bombe û cebilxane jî hatine dîtin.
Hêzên ewlekariyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di roja 8’an a operasyonê de, 14 çeteyên şaneyên DAIŞ´ê girtine û 14 konên ku ji çeteyan ji bo perwerdeyê bi kar dianîn, rakirine.
Her wiha, 7 rextên leşkerî û 7 telefonên destan ku ji bo têkiliyên bi çeteyên din re dihatin bikaranîn, girtine.
Hêzên ewlekariyê dibêje, di lêpirsînên hêzên wan ên bi çeteyan re, çete li xwe mikur hatine ku wan teqemenî li cihekî dûrî kampê bi sed metroyî veşartine û dibêje jî hêzên wan bi operasyoneke taybet xwe gihandine wî cihî û di encamê de 13 bombe, gelek cebilxaneyên qilêşê, 15 kîlo TNT û pêdiviyên çêkirina teqemeniyan girtine.
Îro jî hêzên ewlekariya hundirîn di roja 9’an a operasyonê de dest bi paqijkirina fîza 4’an a kampê kirine.