LI REQAYÊ SERJIMARIYA KAMPÊN BÊSERÛBER DEST PÊ KIRIYE
Nivîsgeha kamp û koçberan a Reqayê dest bi serjimariya kampên bêserûber, kiriye.
Armanca vê proseyê ku hejmara malbatên ku di kampên bêserûber de dijîn were naskirin, da ku paşê ew jî ji bo kampên fermî werin veguhestin.
Li gorî amarên nivîsgeha kamp û koçberan hejmara kampên bêserûber 58 in ji wan amarên 25 kampan hatine girtin.
Her li gorî nivîsgehê ew kampên mayî, dê di heyama meha bê de amarên wan jî werin girtin.