Kanala ROJAVA TV

CÎHAN HENAN: ME GELEK CARAN BANG KIRIYE KU ÇARESERIYEK JI VAN ÇETEYAN RE WERE DÎTIN

Rêveberiya kampa Holê Cîhan Henan destnîşan kir ku ji ber zêdebûna hejmara kuştiyên li kampê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, pêwîstiya lezgîn bi destpêkirina qonaxa duyemîn a hemleya mirovî û ewlehiyê heye.

Her weha Cîhan Henan got “Me gelek caran bang li welatên çalak di karûbarên Sûriyê de û welatên ku hemwelatiyên wan di kampê de hene, kir ku van hemwelatiyan vegerînin û çareseriyek radîkal ji van penaberan re bibînin.”