OPERASYONA MIROVÎ Û EWLEHÎ DI ROJA XWE YA 8’AN DE BERDEWAM DIKE
Oprasyona Mirovî û Ewlehî ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştevaniya Hêzên QSD'ê û Yekîneyên EntÎ Teror û Hêzên Entî Teror li dijî şaneyên razayî yên çeteyên Daiş'ê li kampa Holê berdewam dike..
ji dema ku şervnên QSD’ê di sala 2019’an de dawî li çeteyên Daiş’ê li Baxozê anîn, Metirsiya kampa holê destpêkir, bi hezaran malbatên çeteyan derbasî nava kampê bûn..
54 hezar û 930 kes di nava kampa Holê de dijîn, ji wan 27 hezar û 816 kes Iraqî ne, 18 hezar û 483 Sûrî ne û 8 hezar û 91 ji malbatên çeteyên Daiş’ê ne..
Ji destpêka Sibata 2019’an ve 170 bûyerên kuştinê li nava kampê rû dane, di 28’ê Adara 2021’ê de hêzên Ewlekariya Hundirîn pêngava yekemîn ji operasyona Mirovî û Ewlehî li kampa Holê destpêkir û di 2’ê Nîsanê de bi dawî bû..
Di encama operasyonê de 125 çeteyên Daiş”ê hatin girtin û gelek tunel û alavên işkencekirinê hatin dîtin..
Ji destpêka sala 2022’an ve di encamdana êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên bakûr û rojhilatê sûriyê careke din şaneyên çeteyên Daiş’ê ev êrîş derfet girtin û di nava kampê de ji nûve xwe birêxistin kirin..
Li gor daxuyaniya Hêzên ewlekariya Hundirîn ji destpêka sala 2022’an ve 43’ê operasyon li kampa Holê pêk anîn ku di encamê de 44 kas hatin kuştin di nav de 16 jin û 2 zarok hene..
Di 25’ê Tebaxa îsal de hêzên ewlekariya Hundirîn dest bi pêngava duyemîn ya operasyona Mirovî û Ewlehî kirin..
Operasyon di roja xwe ya 8’an de berdewam dike..
derbarê encamên operasyona heftiyekê de Hêzên ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek belav kir..
Li gorî daxuyaniyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştevaniya QSD’ê û Hêzên Taybet zêdeyî 150 kes hatine girtin gelek ji wan tekez bûne ku şaneyên Daiş’ê ne û yên din jî di nava lêpirsînê de ne, her wiha zêdeyî 150 konên vala ku çeteyên Daiş wekî dadgehên Şeriî bi kar danîn rakirin her wiha jinên Hisbê di wir de dihatin Îşkencekirin û kuştin, her wekî din di wan konan de zarok li ser fikirê Daiş dihatin perwerdekirin û fêrî çekan dihatin kirin..
Ji bilî vê yekê gelek tunel hatin dîtin ku çeteyên Daiş ji bo pilanên xwe bi kardanîn, cilên leşkerên artêşa Tirk ku ala Tirkiyê li ser e hate dîtin û gelek telefon, tablît û isbatên daiş’ê hatin dîtin..
Operasyon di roja xwe ya 8’an de berdewam dike û îroj jî li gorî ku nûçegihanê me ji wê deverê ragihand, tunelek di fîza 4’an de jî hatiye dîtin..
Operasyona mirovî û ewlehî niha fîzaya 4’an kontrol dike..