KOMÎTEYA ABORIYA JIN LI BAJARÊ REQAYÊ DEWREYEKE PÎŞEYÎ BI DAWÎ KIR
Komîteya Aboriya jin a Kombûna Jinên Zenûbya îro dewreyeke pîşeyî bi şahiyekê bi dawî kir.
Hejmarek ji Nivîsgeh û komîteyên jinan a gundewarê bajarê reqayê beşdarî şahiya bidawîkirina dewreyê bûn.
Di dewreya ku 10 rojan dewam kir de semînerên li ser jin û aborî, bazirganî, kapîtalîzim her wiha semînerên pêşeyî û fikrî hatin dayîn.
Di dawiya şahiyê de bawername li jinên ku beşdarî dewreyê bûne hate belavkirin.
Rêvebira komîteya Aboriya Jin li reqayê Dua El-Husên ji Rojava Tv re behsa girîngiya dewreyê kir.