QONAXA DUYEMÎN A PÊNGAVA MIROVÎ Û EWLEHIYÊ DI ROJA 7`AN DE DIDOME
Fermandarê encumena Leşkerî ya Holê Xalid Îsa di hevpeyvîneke taybet bi Rojava TV re, sedemên destpêkirina qonaxa duyemîn a opersayona mirovî û ewlekarî diyar kir.
Xalid Îsa diyar kir ku civaka navdewetî li hember dosyaya çeteyên daişê ne cidî ye û bangên QSD Û rêveberiya xweser ên di vê derbarê de paşguh dikin.
Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê di 25`ê Tebaxê de ragihandibû, di roja 7`an de li beşa 7`an a Kampa Holê didome.
Di roja 7 an a operasyonê de 14 kes girtin di nava wan de jin hene. her wiha li gel kesên din jî, lêpirsîn didome.
Fermandarê encumena Leşkerî ya Holê Xalid Îsa di hevpeyvîneke taybet bi Rojava TV re, sedemên destpêkirina qonaxa duyemîn a opersayona mirovî û ewlekarî diyar kir.
Xalid Îsa diyar kir ku wan gelek caran bang li civaka navdewletî kirine ku hemwelatiyên xwe ên daişî werbigrin , lê banga wan tê paşguhkirin.
Di Qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatiye dest pê kirin, Heya niha zêdetirî 115 konên ku weke cihê perwerdeya zarokan û dadgehkirinê ji aliyê çeteyan ve hatiye bikar anîn, hat dîtin û rakirin.